Wezareta Derve ya Birîtanyayê daye zanîn ku vî welatî 7 kesên ser bi Spaha Pasdaran a rejîma Îranê tehrîm kiriye.
Birîtaniyayê ragihandiye ku dabînkirina darayiya Spaha Pasdaran û du kes ji fermandên payebilind ên wê saziyê rastî dorpêçên xwe aniye.
Ev tehrîmanane pênc endamên heyeta birêveberiya Damezrînera Piştevaniya Spaha Pasdaran û du kes ji fermandên payebilind ên rêkxrawa terorîstî ya Spaha Pasdaran ji xwe digire.
Navê wan 7 kesan wiha hatiye zanîn: “Elîesxer Nûrûzî, Serokê Heyeta Birêveberiya Damezraweya “Teavûn”a Spaha Pasdaran, Siyd Emînullah Tebatebayî, Cihgirê Heyeta Birêveberiya Damezraweya “Teavûn”a Spaha Pasdaran, Yehya Ela`edîn, Endamê Heyeta Birêveberiya Damezraweya “Teavûn”a Spaha Pasdaran, Cemal Babamuradî, Endamê Heyeta Birêveberiya Damezraweya “Teavûn”a Spaha Pasdaran, Ehmed Kerîmî, Endamê Damezraweya “Teavûn”a Spaha Pasdaran, Ehmed Zûlfeqa, Fermandê Spaha Seydulşuheda ya parêzgeha Tehranê û Elîriza Heyderniya, Fermandê Spaha Înqilaba Îslamî ya parêzgeha Elborzê”.
Her di vê derheqê de îro roja Duşemî 29ê Reşemeyê, welatê Ustiraliyayê bi sedema binpêkirina mafê mirovî û pişgiriya rejîma Îranê ji Rûsiyayê li şerê dijî Ukraynê 14 kes û 14 damezraweyên rejîma Îranê tehrîm kir.