Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gazîkirina hejmarek ji çalakvanên jîngehî bi sedema çandina 5 hezar daran bo navendên ewlehî

17:01 - 20 Adar 2023

Navendên ewlehî yên rejîmê li bajarê Sinê, bi sedema çandina 5 hezar dar ji aliyê çalakvanên jîngehî ve, ew ji bo îdareyên ewlehî gazî kirine û lêpêçîn digel wan hatiye kirin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di vê derheqê de raporek belav kiriye û daye zanîn: “Çalakvanên jîngehî yên bajarê Sinê, zêdetir ji 5 hezar dar ji bo çandinê li çiyayê “Kuçkereş” ê Sinê, ji Îlamê anîbûn ku ji aliyê navendên ewlehî yên rejîmê ve hatine gazîkirin û lêpêçîn digel wan hatiye kirin.

“Kurdpa”yê li gor çavkaniyek xwe li navxweyê welat daye zanîn: “Bi sedema hilkevta cugrafiyayî ya çiyayê Kuçkereşê, komek ji xelkên derfetperest di hewla vê de ne ku dest bi ser hin ji axa Kuçkereşê de bigirin, ku nêzî 30 hektar dibe”.

Kurdpayê di berdewamiyê de diyarî kiriye: “Her lewma çalakvanên jîngehî bi mebesta pêşîgirtin ji xelkên derfetperest, ji bajarê Îlamê 5 hezar dar anîne ku wekî şûtikekê li dora çiyayê Kuçkereşê de biçînin û pêşiya bi talanbiirna vî çiyayî bigirin”.