Hevdem digel birêveçûna rêûresmên Newrozê li bajarên Rojhjilatê Kurdistanê, di piraniya gund û bajaran de jî rêûresma Newrozê bi germ û gurî bi rê ve çû.
Êvareya roja Duşemî, 29ê Reşemeyê, di 100an gund û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê de agirê Newrozê hate hilkirin û rêûresma Newrozê hate birêvebirin.
Xelkê gundê “Kanîreş” ê ser bi bajarê Bokanê, agirê Newrozê hil kirin û bi dîlana axabanû û bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê, pêşewazî ji Newroza kevnar a Kurdewarî kirin.
Herwisa keç û xortên şoreşger ên gundê Berdereşa Baneyê û gundê Tengîsera Sinê, bi hêmayên netewî ve pêşewazî ji sala nû ya Kurdî kirin.
Ji aliyeke din ve, li gundê “Rajan” û bajaroka “Zêwe û Dize” yên girêdayî bajarê Urmiyê, xelkê serhildêr ên Kurdistanê agirê Newrozê hilkirin û bi şêwazeke taybet, pêşewazî ji sala nû kirin.
Herwisa pêka raportên belavbûyî, êvarerya duh, hêzên serkutker ên rejîmê ji bajarê “Mewrîwan” bo bajaroka “Nê” hatine şandin û ew bajaroka hatiye milîtarîzekirin; Lê xelkê welatperwer ên “Nê”yê, li hember wan sekinîn û agirê Newrozê hilkirin.