Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîmê li xelkê Kurdistanê, çendîn kes hatine birîndarkirin

13:00 - 21 Adar 2023

Roja derbasbûyî, piştî hilkirina agirê Newroza Jînayê ji aliyê xelkê xweragir ên Kurdistanê ve, hêzên rejîmê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi awayê rasterast teqe li xelkê kirin û çendîn kes li dever û bajarên cuda hatine birîndarkirin.

Êvareya roja Duşemî 29ê Reşemeya 1401an a Rojî, piştî hilkirina agirê Newrozê, hêzên rejîmê li bajarên “Seqiz, Mihabad û Bulwanavaya Leylaxê” bi awayê rasterast teqe li xelkê kirine û çendîn kes jî birîndar bûne.

Di bajaroka “Bulwanava”ya Leylaxa bajarê Sineyê de, xelkê wê bajarokê piştî hilkirina agirê Newrozê û bi dana dirûşman li dijî hêzên dagîrker, rijyane ser şeqaman û hêzên serkutker ên rejîmê bi awayê rasterast teqe li xelkê kirin ku di encamê de çendîn kes hatine birîndarkirin.

Herwisa li taxa “Kerîmava”ya bajarê Seqizê, xelkê azadîxwaz piştî hilkirina agirê Newrozê rijyane ser şeqaman û hêzên rejîmê bi awayê rasterast teqe li xelkê kirin û çendîn kes hatine birîndarkirin.

Ji aliyê dinê ve û li êvareya hemen rojê, li bajarê Mihabadê û çarrêya Azadiyê, xelkê xwedî helwîst ên bajarê Mihabadê, piştî hilkirina agirê Newrozê bi dirûşma “jin jiyan azad”, li hember hêzên serkutker ên rejîmê sekinîn û rijyane ser şeqaman û hêzên rejîmê bi awayê rasterast teqe li xelkê kirin ku di encamê de çendîn kes hatine birîndarkirin.