Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina heyeteke Komîteya Hizbê li FIîlandayê digel berbijêrên hêzên siyasî yên wî welatî

10:23 - 22 Adar 2023

Di berdewamiya kar û çalakiyên Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Fîlandayê, heyeteke vê digel komîteya nûneran û berbijêrên hêzên siyasî yên wî welatî yên bo parlementoyê, hevdîtin pêk anî.

Roja Duşemî 29`ê Reşemeya1401`an, heyeteke Komîteya Partiya Demokrat bi serpereşetiya “Ehmed Husênî” Berpirsê Giştî yê Komîteya Hizbê li welatê Fîlandayê digel “Yohannes Urtiaho” yê ser bi Partiya Çep ya Fîlandayê, hevdîtin pêk anî û bas li komek mijarên girêdayî bi pirsa Kurd û rewşa siyasî û civakî ya xelkê li Îranê kir.

Di vê hevdîtinê de, bi hûr li derheq Şoreşa “Jîna”yê axavtin ku, di heyama çend mehên derbasbûyî de, xelkê li pêxema maf û azadiyên xwe derkevtine ser şeqaman, lê desthilat li Îranê pir nedemokratîk e û bi tundûtîjiyê xelkê serkutk dikin.

“Yohannes Urtiaho” berbijêrê parlemnetoya Fîlandayê, tevî piştgîrîkirin li doza rewa ya Kurd, weke neteweyek ku daxwaza maf û azadiyên xwe dike, navbirî soz da ku ger di piroseya hilbijartinan de serbikeve, dê hewlên xwe bo piştevanîkirin li xebat û çalakiyên Kurdistaniyan zêdetir bike.

Hêjayê baskirinê ye ku hevala bi “Ehmed Husênî” re Berpirsê Giştî yê Komîteya Hizbê li welatê Fîlandayê, “Sara Îbrahîmî” Endama Komîteya Pêwendiyên Derve jî beşdarî vê kombûnê bû.