Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyeteke Komîteya Hizbê li rêûresima bi fermî naskirina Newrozê ji aliyê şaredariya Nashville li Amerîkayê

11:18 - 22 Adar 2023

Di rêûresmekê de bi beşdariya Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê, şaredariya Nashville li wilayeta Tennesi a Amerîkayê, Newroz di wî bajarî de bi fermî hat naskirin.

Paşnîvroya roja Duşemî rêkevta 29`ê Reşemeya 1401`an, bi beşdariya Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê û hejmarek xuya ji Kurdistaniyên rûinştî li bajarê Nashville ya Amerîkayê, ''John Cooper'', şaredarê Nashville, Newroz û nûbûna salê weke rojeke taybet bo Kurdistaniyên rûniştiyên bajarê Nashville rêz jê hat giritin û bi awayek fermî weke roja bêhnvedanê bo Kurdistaniyên wî bajarî hat pejrandin.

Di vê rêûresimê de ji aliyê Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve ya li bajarê Nashville benêra Newrozê ya “Jin, Jiyan, Azadî’” ku bi Alaya Kurdistanê û wêneya “Jîna”yê hatibû xemlandin, hat bilindkirin.

Di nav vê rêûresimê de, ji aliyê heyeta Hizbê ve, rewşa niha ya Rojhilatê Kurdistan û Newroza “Jin, Jiyan, Azadî” bo şaredariya Nashville û şanda digel hat şirovekirin.