Partiya Serbestiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de piştgirî da helwêsta rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, derheq hevpeymanînekirin digel Pehlewî.
DI beşeke vê daxuyaniyê de hatiye:
Di yekem plonoma piştî kongreya sêyem ya Partiya Serbestiya Kurdistanê de, yek ji wan xalên ku li plonomê de behs li ser hatiye kirin û nêrîn li ser vê hatine wergirtin, helwesta rast ya birêz Mistefa Hicrî, Berpirsê Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû.
Rêzdar Mistefa Hicrî di bersiva pirsyareke medyayî de, bi navê hizba xwe ve ragihandiye ku ne ew û ne jî xelkê Kurdistanê ti carî amade nînin ku digel Riza Şah û girûpên nêzî wî hevkarî û hevpeymaniya wan hebe. Eva jî bo Partiya Serbestiya Kurdistanê, wek partiyek netewî û xemxwarê nasnameya gelê Kurd, helwêstek dilxweşker bû.
Em li heyama wan 17 sal temenê têkoşîna xwe, hertim di wê baweriyê de bûne ku helwêsta Riza Pehlewî, Meşrûte û gelek aliyên din ên seranserîxwazên Îranî, li hember mafên gelê Kurd û Kurdistanê, gelekî şovênîstî û dîktatorî bûne.
Di vê pêwendiyê de jî, di asta her civîn û nerîneke aliyên Kurdistanî ku me wisa zaniye ziyanê bi destkevtên gelê me digihîne, me helwêst û rexneyên xwe di çarçêveyeke dostane de gihandiye aliyan û raya giştî ya Kurdistaniyan.
Di niha de jî û li asta wê helwêsta dirust, em bi dirustî dizanin ku piştgirî û kêfxweşiya xwe ji Partiya Demokrat û birêz Mistefa Hicrî re ragihînin û di heman demê de em hêvîdar in ku rê bi aliyên bi nav opozisyona Îranê re neyê dan ku nakokî û dubendiyê di nav partiyên Kurdî de çêkin.
Bi vê hîvayê, ev cure helwêstên netewî di paşerojê de bi hevpariya hemû aliyên Rojhilata nîştiman, di çarçêveya eniyeke giştgîr, yan navendeke bihêziya havkariya aliyên Kurdistanî bê danê.