Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 3ê welatiyên Îranê û welatiyeke Tirkiyê tehrîm kir

13:18 - 22 Adar 2023

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê 3`ê welatiyên Îranê û welatiyeke Tirkiyê û 4 navend bi tawana kirîna makîneyên dronan li Ewropayê û piştevanîkirin ji bernameyên dron û çekan yên Îranê tehrîm kir.

Roja Sêşemî 1`ê Xakelêweyê, Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, di daxuyaniyekê de ragihand ku,  vê wezaretê di dawîn biryara tehrîmên li dijî Îranê, “Emanullah Paydar, Esxer Mehmûdî û hemwelatiyê Tirkiyeyê yê bi navê Murat Bûkî, Navenda Lêkolînên Zanist û Teknolojiya Parastinê, Şîrketa Endezyariyê ya Ferazan, Şîrketa Silîna Teknîk û Şîrketa Ozona Tirkiyayê tehrîm kirine.

Herwisa Wezareta Xezînedariya Amerîkayê di daxuyaniyê de ragihandiye ku, vê tora pêdîviyan bi nûneratî ji aliyê Wezareta Berevanî û Piştevaniya hêzên çekdar yên Îranê çalakiyên xwe bi rê ve dibir.

“Brian Nelson,”, Alîkarê Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê li karûbarên terorîzm û îtla`ata Darayî de ragihand: Belavkirina belgekirî ya balafirên bê pîlot û çekên konvansiyonel ên Îranê bo hêzên ser bi vî welatî, berdewamiya têkdana ewlehiya navçê û aramiya cîhanî ye.

Herwisa eva pêngava herî dawî ya Waşîngtonê ye ku, pîşesaziya balafirên bê pîlot ên Îranê dike armanc.