Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelata salane ya Partiya Çep a Swîdê bi Yekîtiya Jinên Demokrat hate bexşîn

10:30 - 23 Adar 2023

Xelata îsal ya Pariya Çep ya Swîdê li navçeya “Ostêrgotlend”ê bi Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê hate bexşîn.

Di heyama çend rojên borî de, Partiya Çep ya Swîdê li parêzgeha “Ostêrgotlend” li hola “Fulêts Hos” li bajaroka “Şîsa”, konferansa xwe ya salane bi rê ve bir. Pariya Çep wek dab û nerîta hemû salê di vê konferansê de xelata xwe pêşkêşê rêkxirawa yan kesanekê dike ku di warê pirsên civakî û nemaze pirsa jinan de kar kiribin û çalak bin.

Her bi wê mebestê Partiya Çep, xelata xwe ya îsal bi sedema çalakbûna Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê di warê tevlîbûn û hewldan bo wekhevî û beranberî û herwisa karê hevpar di navbera Partiya Çep û Yekîtiya Jinan wek girtina semînar û beşdarîkirin di çendîn rêûresmên taybet bi pirsa jinê, xelata xwe pêşkêşê Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê kir.

Di vê rêûresmê de ku beşeke zêde ji endamên Partiya Çep beşdarî kiribûn, “Kejal Ehmedî”, û “Şilêr Hesenpûr” bi nûneratiya Yekîtiya Jinan beşdar bûn û xelata xwe wergirtin.

“Kejal Ehmedî”, tevî spasîkirin ji Partiya Çep li devera “Ostêrgotlend”ê, behsa rewşa niha ya Rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Di şoreşa Jînayê de bi sedan keç û xortên ciwan bo bidestveanîna azadiyê hatine şehîd û birîndarkirin û beşeke zêde her niha di girtîgehên rejîma Îranê de li jêr givaş û azar û îşkenceyê de ne, lê agirê wê şoreşê nayê temirandin û heta gihîştin bi azadiyê dê berdewam dibe.