Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî xelkê bajarê Baneyê bi teqeya hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dest da

10:32 - 23 Adar 2023

Roja Çarşemî 2ê Xakelêweya 1402an a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê “Bêhzad Ezîzî” yê temen 19 salî û xelkê “Dergah Şêxan” ê girêdayî bajarê Baneyê, di xaleke lêkolîna rejîmê de bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê, canê xwe ji dest daye.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê belav kiriye ku “Bêhzad Ezîzî” li dema zivirîn bo gundê xwe di rêya “Bane-Boyin”ê de li xala lêkolîn a “Kerîmava”yê ku piştî serhildana Jînayê hatiye danîn, bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast kevtiye ber gulleyên hêzên rejîmê û canê xwe ji dest daye.

Herwisa “Kurdpa”yê belav kiriye ku di vê cinayeta rejîmê de çendîn gulle bi ser û leşê “Bêhzad Ezîzî” kevtine û welatiyan piştî vê cinayeta rejîmê, êrîş kirine ser binkeya rejîmê ya “Kerîmava”yê û ew şewitandine.

Rejîma Îranê termê “Bêhzad Ezîzî” di nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê de ragirtiye û heta balvbûna vê nûçeyê ji dana termê “Bêhzad Ezîzî” bi malbata wî re xwe parastiye.