Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê îdamkirinê li Îranê di salekê de %64 zêde kiriye

08:39 - 23 Adar 2023

Cezayê îdamkirinê li Îranê di salekê de %64 zêde kiriye

Di sala 1401an a Rojî de li Îranê bi giştî 582 kes hatine bidarvekirin ku ew amare li gor sala 1400an %64 bilind bûye.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê dawî amara îdamkirina hevwelatiyan ji aliyê rejîma Îranê ve belav kiriye û daye zanîn, li sala 1401an a Rojî, cezayê îdamkirina 582 kesan bi rê ve çûye ku ji wê amarê 164 kes Belûç, 62 kes Kurd, 13 kes Efxanî, 1 kes Tirk, 1 kes Tirkemen û 1 kes Pakistanî bûye.

Di nav wan kesên hatinî bidarvekirinê de 12 jin û 3 nûciwan hebûne.

Di sala 1401an de aliyê kêm 10 hevwelatiyên siyasî li girtîgehên rejîmê hatine îdamkirin.

Cezayê bidarvekirina welatiyan di 59 girtîgehên rejîmê de bi rê ve çûye.