Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pênc welatiyên xelkê Urmiyê bi tohmeta sîxurî bo Îsraîlê cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hate sepandin

11:39 - 23 Adar 2023

Pênc welatiyên xelkê bajarê Urmiyê bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a rejîma Îranê ya bajarê Urmiyê ve cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hate sepandin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, 5 welatiyên xelkê bajarê Urmiyê yên bi navên “Nesîm Nemazî, Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî, Rehman Pirhazû û Mensûr Resûlî” di dawiya meha Rêbendana 1401an a Rojî de, ji aliyê taya 3 a binav Dadgeha Şoreş a rejîma Îranê li bajarê Urmiyê, bi tohmeta hevkariya ewlehî û sîxurî bo Îsraîlê, cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.

“Hengaw”ê nivîsiye, dadgeha rejîmê 5 welatiyên din ên bi navên “Kameran Hinare, Fexredîn Dûkanlûyê Mîlan, Eşkan Osmannijad, Hesen Umerpûr û Emîr Muştaq Gengeçîn” bi heman tohmetê, 10 sal giretîgeh bi ser wan de hatiye sepandin.

Herwisa berê jî girte vîdyoyeke lêkolînê li yek ji wan binçavkiriyan yê bi navê “Mensûr Resûlî”, ji aliyê girûpeke girêdayî Îsraîlê ve li torên cîvakî hatibû belavkirin.

Piştî belavbûna van girte vîdyoyan ji “Mensûr Resûlî”, demek pê neçû ku wî li nav baxekê fîlmek li xwe girtibû û bi ken ve digot, ku ew “cotkar û bexçevan” e, ku çendîn kesan bi revandina wî û gefa kuştina malbata wî, ew neçar bi îtirafê kirine.