Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê li Sûriyê êrîşê ser binkeyên hêzên ser bi rejîma Îranê kir

11:19 - 24 Adar 2023

Pêntagonê di daxuyaniyekê de ragihandiye, şeva Pêncşemî bi fermana “Jo Baydên”, navendên leşkerî yên girûpên ser bi Spaha Pasdaran a terorîst li rojhilatê Sûriyê kirine armanca êrîşa hewayî ya Amerîkayê.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê “Lûyîd Astîn” daye zanîn, “min  bi fermana Serkomar “Jo Baydên”, bi hêzên fermandeyhiya navendî ya Amerîkayê îzin daye, da ku di rojhilatê Sûriyê de êrîşa hewaya serast li dijî navendên girûpên ser bi Spaha Pasdaran a rejîma Îranê encam bidin”.

Ew êrîşa Amerîkayê bersiva êrîşa roja Pêncşemî ya rejîma Îranê bo ser binkeyeke Amerîkayê li nêzî Heseka Rojavayê Kurdistanê bû ku di vê êrîşa dironî de personelek Amerîkayî hate kuştin û 5 leşkerên Amerîkayê jî birîndar bûn.

Pêka gotina Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê, “ew hewlên pêwîst ji bo berevanî ji xelkê xwe didin û hertim di demên hewce de bersiva wan didin û ti girûpek bê cezadan nikare êrîşê ser hêzên wan bike”.

Pêka nûçeyên belavbûyî heta niha çendîn çekdar di vê êrîşê de hatine kuştin û birîndarkirin, lê hin nûçegihaniyan dane zanîn ku 5 çekdarên ser bi rejîma Îranê birînar bûne.