Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan erdhejek bi pileya 5.6 rîxterî bajarê Xoyê û Selmas hejand

11:30 - 24 Adar 2023

Erdhejek bi pileya 5.6 rîxterî car din bajarê “Xoyê û Selmas” yên ser bi parêzgeha Urmiyê hejand ku di vê erdhejê de hejmareke zêde ji hevwelatiyan hatine birîndarkirin.

Sibêdeha roja Înê 4ê Xakelêweyê, nêzî demjimêr 6:47 xulekan, erdhejeke bihêz bi meznahiya 5.6 rîxterî bajarê Xoyê û Selmas hejand ku heta niha 82 welatî hatine birîndarkirin.

Pêka nûçeyan li bajarê Selamsê 70 kes hatine birîndarkirin û li bajrê Xoyê jî 12 welatî bi sedema erdhejê birîndar bûne.

Di vê erhejê de gelek avahî û xaniyên welatiyan rastê xisaran hatine û berq û ava hin taxan jî hatiye qutkirin.

Di çil rojên borî de eva duyemîn erdhej e ku bajarê Xoyê diheje.

Di rêkevta 8ê Rêbendana 1401an de jî, erdhejek bi meznahiya 5.9 rîxterî bajarê Xoyê hejand ku bû sedema canjidestdana 3 welatî, û herwisa 816 welatî jî hatine birîndarkirin.