Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birayê du şehîdên Kurdistanê koça dawiyê kir

11:40 - 24 Adar 2023

Birayê du şehîdên Kurdistanê “şehîd Faris û şehîd Mela Xalid Baqî” yê bi navê “Arif Baqî”, xelkê gundê “Axçeqel” ê ser bi devera Somaya Urmiyê, li rêkevta 2ê Xakelêweya 1402an a Rojî koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Arif Baqî” birayê 2 şehîdên Kurdistanê yên bi navên şehîd “Faris û Mela Xalid” bû.

Şehîd “Faris Baqî” pêşmergê hêza “Qehreman”, li sala 1359an li devera Kotola girêdayî bajarê Xoyê hate şehîdkirin. Herwisa “Mela Xalid Baqî” berpirsê beşa qezayî ya melbenda “Şomal”ê û fermandê berê yê hêza şehîd “Sergurd Ewbasî” bû ku li Payîza sala 1365an a Rojî, bi sedema nexweşiyê li gundê “Kawilan” ê girêdayî devera “Geliyê Berdereş”ê koça dawiyê kir; navbirî yek ji kadrên herî berçav û têkoşer ên Hizba Demokrat li bakurê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Xwedêjêrazî “Arif Baqî” tevî ku kesayetiyek dilsoz û wefadarê rêbaza Hizba Demokrat bû, bi sedema vê ku du birayên wî pêşmerge û piştre şehîd bûn, hertim rastî gefên hêzên rejîmê dihat; “Arif Baqî” çendîn caran hate girtin û tûşê gelek azar û îşkenceyan ji aliyê hêzên rejîmê û caşan ve bibû.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbata, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî “Arif Baqî” û xwe şerîkê xema wan dizane.