Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Encumena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê bo girtîgehê hate veguhastin

13:08 - 24 Adar 2023

Endamê Encumena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistan-Seqiz yê bi navê “Silêman Ebdî”, bi mebesta lêpêçînê bo girtîgeha Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê hate veguhastin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Silêman Ebdî Endamê Encumena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistan-Seqiz, di peywendiyek telefonî de ji malbata xwe re ragihandiye ku ew bo Îdareya Îtilaata rejîmê li Sinê hatiye veguhestin.

Nasvbirî heta niha ji hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

Her di vê derheqê de Encumena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistan-Seqiz û Zîwiye, di daxuyaniyekê de binçavkirina mamoste Silêman Ebdî bi tundî şermezar kiriye û daxwaza azadkirina wî kiriye.

Navbirî roja Yekşemî 28ê Reşemeya 1401an a Rojî, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî di mala xwe de hate girtin.