Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn serhildana azadîxwazên Belûç di sala 1402an de

18:51 - 24 Adar 2023

Xelkê Belûç li bajarên Belûçistanê di Yekemîn Îna sala nû ya 1402an de jî rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma dîktator a Îslamiya Îranê dirûşm dan.

Bi hezaran kes ji azadîxwazên Belûçistanê piştî xutbeya Îna 1402an a Rojî, rijiyane ser şeqaman û li dijî tevahiya rejîma Îranê dirûşm dan. Li bajarê Zahidanê xelkê serhildêr bi dana dirûşmên wek “eva dawî peyam e armanc tevahiya nizamê ye, emê bikujin yê ku birayê me kuşt, birayê min yê şehîd emê toleya xwîna te hildin, mirin bo Spahî û Besîcî” rijiyane ser şeqaman.

Azadîxwazên Belûç bi dana dirûşma “Seltenet Wilayet sedsal cinayet” îşare bi cinayetên du rejîmên Îslamî û Paşayetî di cugrafiyaya Îranê de kirin.

Li xwenîşandanên îro yên 4ê Xakelêweya 1402an a li bajarê Zahidanê, xwenîşanderên Belûç hin pilakard bilind kiribûn ku li ser wan hatibûne nivîsandin “na ji bo navendgerayiyê” û “em daxwaza xwerêveberiyê û hilweşandina hemû sîstema navendgerayiyê dikin”.

Îro Mewlewî Ebdulhemîd pêşnimêjê mizgevta Mekkî ya Zahidanê, di yekemîn axavtina xwe ya sala nû ya Rojî de, bêyî ku rasterast navê Elî Xamineyî bilêv bike, bersiva daxuyaniya Elî Xamineyî ya derheq rewşa aborî ya Îranê da û got, “eger yên mezin daxwazkarê guhertinên aborî ne, divê siyasetên navxweyî û derve yên Komara Îslamî biguherînin”.

Meulwî Ebdulhemîd herwiha sala 1401an bi saleke dijwar ji bo gelên Îranê binav kir û îşare bi xwenîşandanên seranserî yên Îranê kir û got: “Xelkê Îranê di gelek mijaran de hest bi pirsgirêkan dikirin û xwe di tengasiyan de didîtin”.

Wî tevî behskirin li ser xwenîşandanên aştiyane got: “Mixabin digel xwenîşandanan ev cureyên ku nediba reftar hatibana kirin, hatine kirin. Xelk hêjayê vê yekê bûn ku berpirsan guh bidana pirsgirêkên xelkê”.

Li gorî amarên rêxistinên mafê mirovî, di xwenîşandanên li Îranê yên piştî kuştina Jîna Emînî, zêdetir ji 500 kes bi gulleyên rasterast ên hêzên ewlehî yên rejîma Îranê hatine şehîdkirin ku tenê 100 kes di roja Îna bixwîn a Zahidanê de hatine şehîdkirin”.