Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser sînorê Baneyê kasibkarekî Kurd bi teqîna mînê birîndar bû

11:35 - 25 Adar 2023

Roja Çarşemî 2ê Xakelêweya 1402an a Rojî, kasibkarekî Kurd yê bi navê “Ebdulrehman Rêyhanî” yê temen 36 salî û kurê Tahir û xelkê Banê, bi sedema teqîna mînê lingê wî birîndar bû.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê daye zanîn, ku ew kasibkarê Kurd li bilindahiya sînorê “Sardaw” yê Baneyê rastî wê bûyerê hatiye.

Ew welatiyê Kurd piştî birîndarbûnê destpêkê ji bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya Baneyê tê veguhastin û piştre bi sedema giranbûna birînên wî, ber bi nexweşxaneya “Şehriyar” a Tewrêzê ve tê veguhastin.

Di vê derheqê de roja Çarşemî 17ê Reşemeya 1401an a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê “Rehmet Qadirzade” yê xelkê gundê “Şêxe Sor” yê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema teqîna mînê pêyê wî bi tundî hatibû birîndarkirin.

Hêjayê behskirinê ye ku her sal bi dehan welatî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên ser sînorên destkird ji ber teqîna bombeyan û mînên çandî yên rejîma Îranê, dibine qurbanî.