Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclîsa Senaya Îtaliyayê biryarnameyek li dijî rejîma Îranê pejirand

11:38 - 25 Adar 2023

Meclîsa Senaya Îtaliyayê bi yekdengî biryarnameyek pêwendîdar bi serhildana Îranê û binpêkirina mafê mirovî û mafê jinan ji aliyê rejîma Îranê ve pejirand.

Di biryarnameyê de hatiye, ku bi dehan sal e jin û mêr li Îranê bi biryarek qahîm ji bo azadî, demokrasî û rêzgirtin ji mafê mirovan re tê dikoşin û tevî serkut, îşkence û bidarvekirina hezaran girtiyên siyasî, rejîmê nekariye berxwedana hevwelatiyên ku daxwaza azadî, demokrasî û rêzgirtin ji mafê mirovan dikin û canê xwe xistine metirsiyê, bitemirîne.

Di vê biryarnameyê de hatiye ku “Hêzên Ewlehî, Spaha Pasdaran, Besîc, Hêzên Întizamî, Polîsên Dijeşoreş û Kinc Şexsî ji gulle, gaza rondikrêj û batom ji bo serkuta xwenîşanderan bikar anîne”.

Ev biryarnameye bi tekezî ve piştgiriyê dide jinên Îranê û xortên ku bi mêrxasî ve xwenîşandanan dikin, û herwisa tekeziyê li ser piştevaniya tevaw a xwe ji armancên xelkê Îranê bo demokrasî û mafê mirovan û azadiyên bingehîn dike.

Ev biryarnameye dewleta Îtaliyayê erkdar dike ku rasterast û di çendîn civînan de givaşê bêxe ser rejîma Îranê, da ku dawî bi givaş û tundûtîjiya li dijî jinan, xwenîşander û kêmîneyên etnîkî û olî û têkdana înternetê bîne û rê li ber îdamkirinê bigire û hewla azadkirina xwenîşanderan bide.

Senator “Coliyo Têrtêzî”, Serokê Komîsiyona Siyasî ya Yekîtiya Ewropayê di gotara xwe ya meşa pesendkirina wê biryarnameyê de got: “Xumeynîzm modêlek din a hevşêweya Daîşê ye, bi vê ciyawazê ve ku ev hikûmet in û ew wehme dirust kirine ku bawera wan bi rêformê heye”.