Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Amerîkayê bo ser binkeyên rejîmê li Sûriyê û kuştina 19 çekdaran

11:40 - 25 Adar 2023

Di duyemîn êrîşên Amerîkayê yên ser binkeyên rejîma Îranê li Sûriyê 19 çekdarên rejîma Îranê hatine kuştin û hejmarek zêde jî hatine birîndarkirin.

Çavdêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê daye zanîn, di êrîşa hewayî ya Amerîkayê bo ser binkeyên çekdar ên ser bi rejîma Îranê, 19 çekdar hatine kuştin.

Duh şev 4ê Xakelêweyê, li parêzgeha Dêrezorê li rojhilatê Sûriyê, grûpên çekdar ên ser bi rejîma Îranê çendîn caran êrîşên mûşekî li derdora zeviya petrolê û gaza Umer kirine ser hêzên Amerîkayê.

Lê Amerîkayê her zû bersiv da û bi tundirîn şêwe êrîşê ser binkeyên wan girûpên terorîstî kir û 14 çekdarên rejîma Îranê hatine kuştin.

Di vê derheqê de Serkomarê Amerîkayê “Jo Baydên” axivî û got: “Amerîka naxwaze digel Îranê bikeve nav şer, lê bila xwe bo vê yekê amade bikin, çimkî emê bi tundî êrîşê ser wan bikin ku em bikarin xelkê xwe biparêzin”.

Berdevkê Pêntagonê “Pêt Raydêr” jî daye zanîn ku di êrîşa bo ser binkeya “Gundê Kesk” a Amerîkayê li Dêrezorê ti xisarek canî tine bûye.

Binkeya “Gundê Kesk” a Amerîkayê li nêzî kangeha neftê ya “Umer” li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê ye û li jêr kontrola hêzên “HSD”ê û Amerîkayê de ye.