Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kalîfgorniyaya Amerîkayê, kurdistaniyan rêûresmeke bi şan bi hilkefta Nerwozê lidar xistin

11:42 - 25 Adar 2023

Di heyama rojên derbasbûyî de, Kurdistaniyên rûniştî yên li devera “Sandiyego” ya îyaleta Kalîforniyaya Amerîkayê, bi hilkefta sala nû û Newroza Kurdî, rêûresmek lidar xistin.

Rêûresmê bi sirûda Newroz û dîlankirinê hate destpêkirin û Kurdistaniyan ji çendîn bajarên dinê ve ji wan “Los Ancilês, Îrowayn û Sandiyego”yê beşdarî kirin.

Di vê rêûresmê de çend gotinek ji aliyê civaka Kurdî ve hate pêşkêşkirin. Herwisa “Erdelan Bêhrûzî” wek nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Kalîforniyayê, tevî îşarekirineke kurt bi rewşa niha ya hemû beşên Kurdistanê, zêdetir li ser Rojhilatê Kurdistan û şoreşa “Jin jiyan azadî”yê axivî.

Navbirî di vê derheqê de got: “Şoreşa Jînayê ji Kurdistanê ve hate destpêkirin û hemû Îran li xwe girt û gihîşte guhê hemû cîhanê, em hêvîdar in ku xelkê azadîxwaz bi taybet li beşên din ên Kurdistanê bi her şêwazekê ku bikarin, piştevanî ji vê şoreşê bikin.