Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê pêyê Îsraîlê li 20 KM Îranê tê/ Îsraîl li Tirkemenistanê balyozê vedike

11:57 - 3 Adar 2023

Kanala “i24” a Îsraîlê di raporekê de daye zanîn, welatê Îsraîlê dixwaze li Işqabada Tirkemenistanê balyoza xwe vebike ku di 20 kîlometriya sînorê Îranê de hilkevtiye.

Kanala “i24” a Îsraîlê di rapora xwe de daye zanîn, “Êlî Kohn”, Wezîrê Derve yê Îsraîlê dixwaze wan zûyane serdana Tirkemenistanê bike da ku li vî welatî ku hevsînor e digel rejîma Îranê balyozcaneya hertimî ya Îsraîlê vebike.

Pêka rapora “i24”a Îsraîlê, vekirina vê balyozê li Tirkemenistanê, peyamek e ji bo rejîma Îranê ku Îsraîl di deverê de nifûzek baş heye û derdorê Îranê dorpêç kiriye.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê berê jî, bi nûçegihaniyên Îsraîlê re dabû zanîn, ku pêwendiya vî welatî û Tirkemenistanê gelek girîng û setratîjî ye û beşek ji wan çalakiyane dê bibine sedema bihêzkirina pêwendiyan di tevahiya deverê de.

Paytexta Tirkemenistanê li 20 kîlometriya sînorê rejîma Îranê hilkevtiye û danîna balyozxaneya Îsraîlê li vir, dê bibe sedemê metirsiyek mezin bo ser rejîma Îranê.

Îsraîl di hewlê de ye ku digel piraniya welatên Misilman pêwendiya xwe bihêz bike û ev yeka jî bûye sedemê kerb û tûreyioya rejîma Îranê, û ew rejîme vê yekê bi metirsiyek mezin bo ser xwe dizane.