Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 12 salên derbasbûyî de heta nih 1,956 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

12:06 - 25 Adar 2023

Di rapora Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê de hatiye ku di sala 1390an heta sala 1401an a Rojî de, aliyê kêm 1,956 kolber li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.

“Kurdpa”yê daye zanîn ku di wan 12 salan de, aliyê kêm 594 kolber hatine kuştin, 1362 kolber hatine birîndarkirin û 5 kolber jî hatine bêserûşûnkirin.

Her li gor vê amarê 36 ji wan kolberan temenê wan di bin 18 saliyê de bûye.

Di nav vê amarê de, %77 ji wan kolberan rasterast bi teqeya rasteras a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, ev amare pêka salan wiha aniye:

“Li sala 1390an Rojî, 94 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (43 kuştî, 51 birîndar)

Li sala 1391an, 74 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (43 kuştî, 31 birîndar)

Li sala 1392an 102 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (44 kuştî, 58 birîndar)

Li sala 1393an, 89 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (38 kuştî, 51 birîndar)

Li sala 1394an, 58 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (29 kuştî, 29 birîndar)

Li sala 1395an, 154 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (66 kuştî, 88 birîndar)

Li sala 1396an 212 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (58 kuştî, 152 birîndar û 2 kolber jî bê serûşûn bûne)

Li sala 1397an 265 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (79 kuştî, 183 birîndar û 3 kolber jî bê serûşûn bûne)

Li sala 1398an 227 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (57 kuştî, 170 birîndar)

Li sala 1399an 231 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (58 kuştî, 180 birîndar)

Li sala 1400an a Rojî, 225 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (45 kuştî, 180 birîndar)

Li sala 1401an a Rojî, 225 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (29 kuştî, 196 birîndar)