Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Belûçistanê 628 kes bi sedema binpêkirina mafê mirovî li Îranê bûne qurbanî

16:45 - 25 Adar 2023

Pêka raporên belavbûyî, 182 hevwelatiyên Belûç di reşçalên rejîma Îranê de hatine bidarvekirin û 446 kes ji hevwelatiyên Belûç ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Pêka rapora malpera “Halveş” a Belûçistanê, rejîma Îranê 182 hevwelatiyên Belûç di girtîgehan de bidar vekirine; Herwisa 167 kes di encama teqeya hêzên rejîma Îranê, 82 kasibkar û 76 kesên din di encama teqeya hêzên rejîmê de canê xwe ji dest dane û 121 serhildêr jî di bûyera “Îniya Xwînayî” li bajarê Zahidanê ji aliyê hêzên serkutker û hov ên rejîmê ve hatine şehîdkirin.

Herwisa wê malperê ragihandiye, ku kuştina 76 kesan ji aliyê “kesên çekdar ên nenaskirî” ve di sala borî de hatiye tomarkirin, herwiha tekezî kiriye ku dezgehên ewlehiyê “rola rasterast” di geşbûna şer û pevçûnên kujer di Belûçistanê de hebûne.

Rejîma Îranê bi bikranîna gulleyên şer li dijî nimêjkerên Mizgevta “Mekkî” ya bajarê Zahidanê zêdetir ji 400 hevwelatiyên vî bajarî  birîndar kiribûn.