Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêkanîna kombûnek li bin navê “Newroz, Hevahengî û Berxwedan” li welatê Bulxaristanê

10:34 - 26 Adar 2023

Roja Şemî 5ê Xakelêweya 1402an a Rojî, Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Bulxaristanê li ser banghêjiya çalakvanên siyasî û medenî, beşdarî li kombûnekê li jêr navê “Newroz, Hevahengî û Berxwedan” kir.

Nûnerê Hizbê, Seyîd “Hêşmet Husênî”, tevî spas û destxweşî ji bêrêveberên vê kombûnê, behseke dûr û dirêj li ser Newroz û giringiya vê rojê li cem Kurd, pêşkêşê amadebûyan kir.

Paşê behsek li ser damezrandina Hizba Demokrat wek hizbeke modern û serdemiyane û rola vê hizbê li berfirehkirina çanda demokrasî li cugrafiyaya Kurdistanê û avakirina Komara Kurdistanê li ser destê Hizba Demokrat û avakirina sîstema demokratîk li hikûmeta Kurdistanê û bawermendiya Kurd bi demokrasî, azadî û wekheviya mafê jin û mêran di nav civatgehê de pêşkêş kir.

Herwisa navbirî li ser rewşa niha ya Îranê û serhildana gelên Îranê, piştî kuştina bi zanebûn a Jîna Emînî ji aliyê rejîmê ve, got: “Ev şoreşe li Kurdistanê wek çepera azadî hate destpêkirin û paşê tev Îran li xwe girt û di vê pêxemê de jî gelek qurbanî hatine dan”.

Di dawiyê de nûnerê Hizbê behsek li ser dîktatoriya du hikûmetên Paşayetî û Komara Îslamî ya Îranê derheq serkuta netewên Îranê bi giştî û bi taybet Kurd û cudahiyên regezî di navbera jin û mêran de pêşkêşê amadebûyan kir.