Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê cezayê girtîgehê bi ser çalakvaneke mafê Jinan de sepand

10:38 - 26 Adar 2023

Dadgeha rejîmê li bajarê Sinê, 3 sal û 4 meh girtîgeh bi ser Endama girûpa Jinan a “Jîvano”yê ya bi navê “Şîlan Kurdistanî” de sepand.

Li gor ajansên mafê mirovî, Wergêr û Endama girûpa Jinan a “Jîvano”yê, “Şîlan Kurdistanî” ku li destpêka demsala Payîza sala 1401an a Rojî, ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin, ji aliyê taya 1 a binav Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Sinê bi serokatiya Dadwer “Seîdî”, 40 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di raporekê de daye zanîn, dadgeha rejîmê li bajarê Sinê, navbirî bi tohmeta “endamê girûpa jinan a Jîvano”yê 2 sal û 9 meh girtîgeh û bi tohmeta “propagende li dijî nizam”ê 7 meh girtîgeh ceza daye.

“Şîlan Kurdistanî” roja Yekşemî 1ê Xezelwera 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina qonaxên lêpêçînê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha rejîmê hatibû berdan.