Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên Kurd bo girtîgeha bajarê Nexedê hatine veguhastin

12:05 - 26 Adar 2023

Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşehrê li binav dadgehên rejîmê de bi çendîn sal girtîgehê hatine cezadan û ji bo girîgeha bajarê Nexedê hatine veguhastin.

Roja Şemî 23ê Remeşeya 1401an a Rojî, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Rehman Qadirî”, kurê “Kerîm” ê xelkê bajarê Pîranşarê û herwisa “Enver Şêxe”, kurê “Elî” yê xelkê bajarê “Peswê”, bo cîbicîkirina cezayê girtîgeha bi ser wan de hatî sepandin, bo girtîgeha rejîmê ya bajarê Nexedê hatine veguhastin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê tohmetên ku rejîmê bi ser wan du welatiyan de sepandiye wiha daye zanîn: “Rehman Qadirî” ji aliyê binav Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Pîranşarê, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji hizbên Kurdî yên opozîsiyona rejîma Îranê”, 2 sal û 7 meh û 16 roj girtîgeh û bi tohmeta “propagende li dijî rejîmê” 7 meh û 16 roj girtîgeh bi ser de hatiye sepandin; herwisa “Enver Şîxe” yê xelkê bajarê “Peswê” yê girêdayî bajarê Pîranşarê, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji hizbên Kurdî yên opozîsiyona rejîma Îranê” 2 sal û 7 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.