Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna xwenîşandanek li welatê Kanadayê bi mebesta piştevanîkirin ji serhildana Jînayê

12:17 - 26 Adar 2023

Roja Şemî 5ê Xakelêweya 1402an a Rojî, Kurdistanî û neteweyên din ên Îranê yên rûniştiyên Kenedayê, bi alîkariya Komîteya Hizba Demokrat, li navenda bajarê Vankovêrê, xwenîşandanek bo piştevanîkirin ji şoreşa gelên Îranê li dijî rejîmê bi rê ve birin.

Di vê xwenîşandanê de, peyama Komîteya Hizbê ji aliyê “Fayîze Newzad” ve bi zimanê Îngilîzî ji bo amadebûyan hate pêşkêşkirin ku di beşeke vê peyamê de behsa cinayeta rejîmê di heyama şoreşa Jînayê de û bi taybet îdama wan çend rojên derbasbûyî hate kirin.

Herwiha di peyamê de îşare bi vê yekê jî hatiye kirin ku, hêzên tepeserker ên rejîmê di dema birêveçûna rêûresma Newrozê de, bi awayê rasterast teqe li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Di beşeke din a vê bernameyê de, “Tara” gotarek li ser cih û pêgeha Kurdistanê di vê şoreşa nû de pêşkêş kir û got: “Yekgotarî bo seranserê Îran û Kurdistanê, wek remza azadiyê tê mêzekirin.

Di dawiyê de “Derya” a hunermenda Kurd, strana “Jin Jiyan Azadî” pêkêş kir.