Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna kombûnek teşkîlatî ji bo Berdevkê Hizbê li welatê Kanadayê

13:31 - 26 Adar 2023

Komîteya Giştî ya PDKÎ li welatê Kanadayê û li bajarê “Torênto”ya vî welatî, kombûnek teşkîlatî bo “Xalid Ezîzî” Berdevkê Hizba Demokrat pêk anî.

Roja Şemî 5ê Xakelêweya 1402an a Rojî, kombûna teşkîlatiya Berdevkê Hizba Demokrat li bajarê Torêntoya welatê Kanadayê bi sirûda netewayetî ya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Paşê “Seîd Gulşen”, Berpirsê Komîteya Hizbê li welatê Kanadayê, tevî bixêrhatibna “Xalid Ezîzî”, armanca kombûnê bo beşdarbûyan rohn kir.

Di beşek din de rêzdar “Xalid Ezîzî”, behsek hemû alî li ser pêvajoya tevlîbûna Hizbê û bandorên wê meşê pêşkêş kir û daxwaz ji endamên Hizbê kir ku wekî xelkê navxwe bo qahîmkirina refên Hizbê têbikoşin.

Navbirî di beşeke din a axavtinên xwe de bi eşkere behsa ziyanên cudabûn û netebayî kir û hêvî xwest ku ti caran Hizba hezkirî ya xelkê Kurdistanê wate Hizba Demokrat, rûbirûyê parçebûn û natebayiyê nebe û di vê xelekê de berpirsyarî û hişyariya endamên Hizbê bi xaleke girîng daye zanîn.

Berdevkê Hizbê di berdewamiyê de behsek li ser rewşa Kurdistan û Îrana piştî şoreşa Jînayê pêşkêş kir û got: “Pêgeha Hizbê û çavnihêriyên xelkê Kurdistanê li Hizbê bi curekê ye ku Hizba Demokrat bi hemû şiyana xwe ve xebatê ji bo azadiyê didomîne û heta mûşekbaran û teror nikare Hibza Demokrat bêxe qedeman.

Navbirî herwisa got: “Em divê hewlê bidin bo pêkanîna eniyeke hemûrengî ku bikare alternatîvek bo Komara Îslamî be û di dinyaya derve pêşwazî jê bê kirin, û herwisa bersivdarê daxwaz û xastên xelkê serhildêr ên Îranê be.