Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma bi axspartina xanima “Nesrîn Qasimlo” li goristana “Pêrlaşêz”a Feransê bi rê ve çû

16:28 - 26 Adar 2023

Roja Înê 4ê Xakelêweya 1402an a Rojî, demjimêr 3ê piştînîvro, rêûresma bi axsipartina xanima “Hêlên Krolîş” naskirî bi “Nesrîn Qasimlo”, hevjîna rêberê mezin şehîd “Dr. Qasimlo”, li goristana “Pêrlaşêz”a bajarê Parîsê, bi beşdariya kesayetiyên siyasî, hikûmî, medenî, beşdariya endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi rê ve çû.

Di destpêka rêûresmê de, Birêveberê Enîstitoya Kurd li Parîsê Dr. “Kendal Nezan” û hevalê kevnar ê xatû Nesrîn Qasimlo, tevî bilindnirxandina tekoşîna berdewam a wê xatûna mezin, bo beşdarbûyên rêûresmê behsa rola dilsozaneya wê bo netewa Kurd kir.

Di berdewamiya rêûresmê de, Endamê Birêveberiya Hizba Demokrat li derveyê Welat “Şaho Husênî”, tevî nîşandana xemgîniya xwe li derheq jidestdana dayîka Kurdan Xanima “Nesrîn Qasimlo”, behsek li ser têkoşîna bê rawestiyan a wê hevala emegnas a Hizba Demokrat li serdema çiya û bajar de pêşkêşê beşdarbûyên rêûresmê kir.

Di berdewamiya rêûresmê de, Berpirsê Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Feransê “Helmet Rehmetpûr” peyama Komîteya Hizbê, pêşkêşê beşdarbûyên rêûresmê kir.

Di beşeke din a rêûresmê de, “Ehmed Şêrbegî, Rehman Nexşî û xanima Esmer”ê helbest pêşkêş kirin.

Di dawiya rêûresmê de, biraziyê şehîd “Dr. Qasimlo” yê bi navê “Babek Qasimlo” bi nûneratî ji malbata “Nersrîn Qasimlo” bi emegnasiyê ve behsa zehmet û keda “Enîstîtoya Kurd” li Parîsê û herwisa beşdarbûyên rêûresmê û bi taybet Hizba demokrat kir.