Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di kanadayê de semînarek bo Berdevkê Hizba Demokrat hate lidarxistin

16:29 - 26 Adar 2023

Roja Şemî 5ê Xakelêweya 1402an Rojî li bajarê Torêntoya Kanadayê, semînarek ji aliyê Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li rojhilatê Kanadayê, bo Berdevkê Hizba Demokrat “Xalid Ezîzî” hate lidarxistin.

Berdevkê Hizba Demokrat “Xalid Ezîzî”, li derheq dawî guherinkariyên Kurdistan, Îran û cîhanê axivî û dawî dîtingehên Hizba Demokrat bo amadebûyan rohn kir.

Navbirî li derheq helwêsta Hizba Demokrat bi rohî got, demokrat digel ti hereket û aliyekê nakeve ku çend netewîbûna Îranê berçav negire û rêz ji cudatiyên li wî welatî negire”.

Berdevkê Hizba Demokrat li derheq girûpa “Corc Tawn” got: “Hizba me digel vê menşûrê nîne, herwisa em digel damezrawe û hizban kar dikin û kesayetî wekî kes cihê rêzgirtinê ne, lê bo hizbeke siyasî hêja nîne ku digel wan bibe hevpeyman.

Herwisa navbirî daxwaz ji Kurdistaniyan kir ku bi başî ji soşyalmedyayê bo qazancên tevgera Kurdistanê mifahê werbigrin û xwe ji gotarên nehêja û tundûtîjî biparêzin.