Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Şibata 2023an de aliê kêm 76 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin

12:26 - 3 Adar 2023

Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê bi belge belev kiriye ku aliyê kêm 76 welatiyên Kurd di Şibata 2023an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin û revandin.

Pêka vê raporê 73 welatî bi tohmeta çalakiyên siyasî û hevkarîkirin dighel hizbên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê, û 3 welatî jî, bi tohmeta “çalakiyên olî û mezhebî” ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîma Îranê ve hatine revandin û girtin.

Hengaw dibêje, di meha borî de aliyê kêm jineke çalak, 4 zarok û nûciwanek bin 18 saliyê û herwisa 2 xwendekar û mamostayek dibistanê li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê navendên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine revandin.

Hengawê li gor parêzgehan jî wiha nivîsiye: “Parêzgeha Kirmaşan 6 kes, parêzgeha Urmiye 21 kes, parêzgeha Sine 25 kes, parêzgeha Îlam 23 kes hatine revandin û li navçeyên din ên Îranê jî welatiyek Kurd hatiye girtin.