Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşanderekî serhildana Kirmaşanê sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

10:18 - 27 Adar 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Kirmaşanê ku berê di nav serhildana vî bajarî de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû girtin, ji aliyê binav Dadgeha Şoreş a rejîmê ve bi girtîgehê hate sizadan.

Ajansa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê di raporekê de daye zanîn, sizayên wek “girtîgeh, qedexeya çûna derveyê welat û bêparbûn ji endametî di rêkxirwan de” bi ser “Sîna Kakî”, welatiyê xelkê bajarê Kirmaşanê de hatiye sepandin.

Hengawê nivîsiye, taya 4 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Kirmaşanê tohmeta “çalakiyên teblîxî li dijî rejîma Îranê” 7 meh girtîgeh û 2 sal qedexeya çûn bo derveyê welat û bêparbûn ji endametî di girûp û rêkxirawên siyasî û civakî de bi ser de sepandiye.

“Sîna Kakî” roja Duşemî, 30 Xezelwera 1401an a Rojî, li rêûresma bi axspartina “Sîna Nadirî”, serhildêrê şehîdê serhildana girseyî ya Kirmaşanê li taxa “Deredirêj”a vî bajarî hatibû girtin û paşê bo girtîgeha “Dîzilava”yê hatibû veguhastin.

Nabirî roja Şemî 5ê Sermaweza 1401an a Rojî, bi danîna barimteya 400 milyon Tumenî bi awayek demkî hatibû berdan. Navbirî cardin di 6ê Befranbara heman salê de di nav xwenîşandanan de hate girtin.