Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşek ji mamosteyên bajarê Seqiz û Zêweyê man girtin

11:59 - 27 Adar 2023

Beşek ji mamosteyên bajarê Seqizê bi sedema dirêjbûna heyama girtîgeha endamekî Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê, li hember avahiya Îdareya Perwerde û Hînkarî ya vî bajarî kom bûn û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Roja Yekşemî 6ê Xalekêweya 1402an a Rojî, beşek ji mamosteyên bajarê Seqiz û Zêwe, bo piştevanîkirin ji “Silêman Ebdî” Endamê Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê li bajarê Seqizê, li hember avahiya Îdareya Perwerde û Hinkarî ya vî bajarî kom bûn û bi dana dirûşmên wek “mamosteyê dibistan bê tawan li girtîgehê ye” daxwaza azadkirina navbirî kirin.

“Silêman Ebdî” Mamoste û Endamê Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê li bajarê Seqizê, roja Yekşemî 28ê Reşemeya 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha Îdareya Îtilaat a rejîmê li bajarê Sinê hatibû veguhastin.

Ew endamê Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê heta niha ji mafê parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bêpar bûye.

Hêjayê gotinê ye ku Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê li bajarê Seqizê, piştî binçavkirina “Silêman Ebdî”, di daxuyaniyekê de binçavkirina wî mamosteyî şermezar kiribûn û daxwaza azadkirina navbirî kiribûn.