Banka Navendî ya rejîma Îranê nirxa enflasiyona 12 mehên sala 1401an bi %46.5 ragihandiye, lê karnas û pisporan ragihandine ku nirxa enflasiyonê di sala 1401an de nêzî %70 e.
Tevî ku rejîma Îranê îdia dikir ku dê nirxa enflasiyonê di Îranê de kêm bike, bervajî nirxa enflasiyonê heta asta %70 bilind bûye û roj bi rojê diravê Îranê bênirx dibe.
Nirxa hewcehiyên wek goştê mirîşkan di destpêka sala nû û meha Remezanê de her kîlo heta 74 heraz Tumenî bilind bûye.
Rejîma Îranê nirxa Dolar bi 36 hezar û 600 Tumenî ragihandiye, lê ewa jî di halekê de ye ku nirxa Dolar di bazara azad de zêdetir ji 50 hezar Tumenî ye.
Tevî ku rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” di gotinek çewt û nezanistî de sala nû ya 1402an bi sala kontrola nirxa enflasiyon û geşeya berhemanînê binav kiribû, nirxa hewcehiyan di demeke kin de gelek zêdetir bûye û sala nû bi bilindbûna nirxa enflasiyonê hate destpêkirin.