Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyek xelkê bajarê Mihabadê 4 meh e di girtîgeha rejîmê de çarenivîsa wî nerohn e

16:54 - 27 Adar 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê yê bi navê “Suhrab Awîzken”, zêdetir ji çar meh e bi ser girtina wî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve derbas dibe, lê hêj çarenivîsa wî nerohn e.

Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê belav kiriye ku, “Suhrab Awîzken” xêzandar û bavê zarokekê ye ku di meşa serhildana girseyî ya bajarê Mihabadê de ji aliyê hêzên serkutkar ên Spaha Pasdaran ve hatibû revandin, piştî çar mehan hê jî çarenivîsa wî rohn nîne.

Malbata navbirî heta niha çendîn caran li pey çarenivîsa kurê xwe kevtine, lê ti encamek nebûye û navendên rejîmê amadeyê bersivdan bi malbata navbirî re nebûne.

“Suhrab Awîzken” roja Şemî 28ê Xezelwera 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû revandin.