Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta 10ê Xakelêwe, 76emîn salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
76 sal berî niha, di roja 10ê Xakelêweya 1326an a Rojî de, rejîma dîktator a Mihemedriza Şahê Pehlewî li meydana Mihabadê, Serokê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed tevî du hevalên wî, Sadrê Qazî û Mihemedhusên Xanê Seyfê Qazî îdam kirin.
Qazî Mihemed li malbatek olî û rewşenbîrî ya Kurd hatibû perwerdekirin. Qazî Mihemed piştî vê ku tevlî refên Komeleya “Jêkaf”ê bû, piştî heyamekê û bi helsengandina rastîbîniya rewşa siyasî ya navçeyê û cîhanê, bi avakirina Hizba Demokrat a Kurdistanê, rê ji bo ragihandina Komara Kurdistanê xweş kir.
Ragihandina Komara Kurdistanê biryarek netirsane bû ku bi piştqahîmkirin bi bîra netewî û nîştimanî, bû cihê hêviya hemû xelkê Kurd. Desthilata Komara Kurdistanê di heyama 11 meh ji temenê xwe de û bi siya Pêşewa Qazî Mihemed, karî di warên siyasî, civakî, perwerde, aborî, kultûrî û serbazî de gelek destkevtên dîrokî û bingehîn bo Kurd bi dest ve bîne. Dema ku Komar ji ber sedemên derve û guherinkariyên li hevkêşeyên navneteweyî û çend sedemên navxweyî di encama êrîşa hikûmeta Tehranê de hilweşiya, ew dîsan Qazî Mihemed bû ku bi berevaniya wî ya zîrekane li bêdadgeha Paşayetî de û di dawiyê de bi gorîkirina canê xwe, waneyeke mezin a din fêrê xortên gelê xwe kir.
Hikûmeta Mihemedriza Şah wisa dizanî ku bi şehîdkirina Qazî Mihemed û rêberên din ên Komarê, kariye nasnamexwazî û bîr û hizra mafxwaziya Kurd li Îranê ji nav dibe, her gelek zû serê wî li kevir kevt. Vejandina xebata siyasî û netewayetiya Kurd ji aliyê qutabiyên Pêşewa ve her piştî bidarvekirina wî, nîşan da ku rivîngên bîr û ramanên Qazî Mihemed nakevine qedeman û ev karwane dê bêrawestan ber bi serkevtinê ve bimeşe. Pêşewa bi raman û felsefeya xebata xwe armancek ji bo netewa xwe afirandiye, ku piştî 76 salan hemû Kurdistan armanca wî ye û ti hêzek û wizeyeke dîktatorî şiyana lawazkirina wê nînin.
Rejîm Komara Îslamî ya Îranê jî, weke mîratgirê rast ê nêrînên şovenîstî yên dîktartoriya Paşayetî li dijî Kurdan, ji destpêkê ve her heman rê şopand û li ser wê baweriyê bû ku bi leşkerkêşî bo ser Kurdistan, terorkirina rêberên Kurd, şehîdkirin hezaran kadr û pêşmerge, milîtarîzekirina Kurdistanê û xistina xortên wê nîştimanê di girtîgehan de, dikare têkoşîna Kurdan rawestîne. Lê xebatxwaziya Kurd di çar dehikên derbasbûyî de û qonaxa nû ya xebata tevgera Kurd bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî di şeş mehên derbasbûyî de îsbat kir ku xeyalê dijmin pûç e. Çimkî neteweyek ku ji ezmûnên Komara Kurdistanê wane wergirtibe û bo mafê rewa û azadiyên xwe serhildanê bike, ji girtîgeh, îşkence û gulle û darê sêdarê natirse; Eva jî wisa kiriye ku piştî derbsabûna 76 salan bi ser îdamkirina Pêşewayê mezin, Qazî, Mihemed û hevalên wî di songeha kultûra xebatkarî û cangorîkirin di pêxema ax û netewe de ku mîrata meinewiya rêberên Komara Kurdistanê ne, herketa siyasiya Kurd bibe faktera bihêziya xebat û têkoşîn ji bo rizgariya netewî û cihgirkirina demokrasî di Îranê de.
Bêguman berdewamî li ser rê û rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed, ev alxahîne bi hêzên siyasî yên Kurdistanê bexşiye ku heya siyaset û xebata me bi hizr û ramanên van rêberên mezin û têkoşerên din ên Kurdistanê ve pêk were, gelê Kurdistanê dê piştevanê me be û tevgera me ya demokratîk û mafxwazane sal bi salê zêdetir di Kurdistanê de rîşeyê dikute.
Silav li canê paqêj ê Pêşewayê mezin, Qazî Mihemed û hemû şehîdên rêya azadî û rizgarî!
Silav li armancên Komara Kurdistanê û xelkê xebtkar ên Kurdistanê!
Silav li îradeya xebatkaraneya xelkê Îran û Kurdistanê ji bo rûxandina Komara Îslamî ya Îranê
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
7ê Xakelêweya 1402an a Rojî