Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dehemîn pekêca tehrîmên Kanadayê li dijî rejîm Îranê

10:58 - 28 Adar 2023

Dewleta Kanadayê çendîn berpirs û damezraweyên rejîma Îranê bi sedema binpêkirina berfireh a mafê mirov li Îranê û rolhebûna wan di çêkirina dron û mûşekên balistîkî de tehrîm kir.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 7ê Xakelêweyê, welatê Kanadayê du damezrawe û 8 berpirsên rejîma Îranê ku di binpêkirina mafê mirovî û geşedan bi bernameya dronî û mûşekên balistîkî yên Îranê de rol hebûne, tehrîm kir.

Lîsteya kes û damezraweyên rejîmê yên ku ji aliyê Kanadayê ve hatine tehrîmkirin wiha ne: “Husên Husênzade, Fermandê Spaha Pasdaran a Tehranê, Xulamhusên Mihemedî Esl, Fermandê Giştî yê Spaha Pasdaran a parêzgeha Erdebîlê, Ebas Nîlfiroşan, Cihgirê Fermandê Operasiyona Spaha Pasdaran, Ebaselî Mihemediyan, Serokê Polîsê Tehranê, Qaism Demawend, Birêveberê Giştî yê Şîrketa Pîşeyiya Hewayî ya Qudsê, Nadir Xwînsiyaweş, Birêveberê Giştî yê Saziya Pîşeyiya Esmanî, Şîrketa Îmen Seneta Zeman Fera (şîrketa berhemanîna alavan bo hêzên ewlehî ye), Rawîn Akademî (damezraweyeke perwerdeyî ye ku di beşa saybirî de kar dike).

Wezîra Derve ya Kanadayê “Mêlanî Colî” di vê derheqê de daye zanîn: “Em ji rejîma Îranê dixwazin ku sitema hovane ya xwe li dijî xelkê Îranê bisekîne û daxwazkariyên wan bicih bîne”.