Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Wall street Journal”: Rûsyayê rejîma Îranê bi alavên saybirî çekdar kiriye

11:47 - 28 Adar 2023

Rojnameya Amerîkayê, “Wall Street Journal” roja Duşemî di gotareke taybet de belav kiriye, ku Rûsye li hember wan dironên ku ji Îranê wergirtine, alavên saybirî pêşkêşê rejîma Îranê kiriye.

Rojnameya “Wall Street Journal” di gotarekê de roja 7ê Xakelêweyê, ji zarê “kesên ku bi vê mijarê haydar in”, nivîsiye: “Ji destpêka şerê li Ukraynayê ve, Rûsyayê şiyanên pêwendî û naskirin û herwiha alavên guhdarîkirinê, alavên wênekêşiya pêşkevtî û alavên derxistina direwan xistiye xizmeta rejîma Îranê”.

Her li gor vê rojnameya Amerîkayê, rejîm Îranê dronên xweteqîner firotiye Rûsiyayê ji bo şerê li dijî Ukraynê û bi şandina mûşekên kurtmewda, tank û gulleyên topan ji bo Moskoyê qebûl kiriye.

Tehran di hember vê hevkariyê de li pey hevkariya saybirî digel dana dehan balafirên şer ên Rûsiyayê û herwisa hevkarîkirin bi bernameya mûşekên dûravêj ên rejîma Îranê ye.

Rejîma Îranê dixwaze bi wergirtina wan alavan hem terorîzma navnetewiya xwe li derveyê welat berfireh bike û hem jî di navxweyê welat de zêdetir xelkê Îranê serkut bike.