Rêxistina Lêborîna Navnetewî di rapora xwe ya salane de, ku roja Sêşemî 8ê Xakelêweyê weşandiye, behsa serkuta bêrehmane ya hikûmetan di seranserê cîhanê de û herwisa Îranê kiriye û behsa serhildna Îranê û serkuta bêrehmane ya rejîma Îranê jî li hember xelkê hatiye kirin.
“Agnîs Kalamar” Sekretera Giştî ya Lêborîna Navnetewî, di meşa rûniştina weşana wê raporê de derheq binpêkirina mafê mirovî li Îran got: “Jin ji bo dîlankirin, stran xwandin, lixwenekirina çarşekê û ji bo berxwedanîkirinê bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kuştin”.
Her li wê rûniştinê “Nesîm Papayanî”, Raportêra Bilind a Lêborîna Navnetewî di Karûbarê Îranê de daye zanîn: “Lêborîna Navnetewî navê sedan sehildêr ku bi awayî neyasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine kuştin, tomar kiriye ku di wê amarê de aliyê kêm 44 zarok hene”.
“Nesîm Papayanî” di beşeke axavtina xwe de, reftarên berpirsên rejîm Îranê yên li hemberî xwenîşanderan weke “serkuta hovane û bê rawestan a serhildana xelkê” bi nav kir û teîd kir ku zarokên xwenîşander ên ku ji bo lêgerîna “pêşerojeke bê givaş ji serkuta siyasî” dengê xwe bilind kirin ji aliyê hêzên rejîmê ve rastî “êrîşên hemû alî” hatine.
Di vê raporta salane ya Saziya Lêborîna Navnetewî de, Nesîm Papayanî bi anîna belgeyan daye zanîn ku dezgehên ewlehî û Îtilaatî yên rejîma Îranê “îşkenceyên hovane” li dijî xwenîşanderan kirine.