Wezîrê Beravanî yê Amerîkayê “Loyd Astîn” di civînekê digel Senatorên Amerîkayê de got: “Ji destpêka Serkomariya “Co Baydên” heta niha rejîma Îranê û hêzên ser bi vê rejîmê li Sûriye û Îraqê 83 caran êrîşê ser binkeyên me kirine û me di bersivê de 4 êrîşên mezin li ser wan hêzan kirine”.
Senatorê Komarîxwaz “Tam Katên” di vê civînê de rû li “Loyd Astîn” got: “Amerîka di bersiva 83 êrîşên rejîma Îranê de bi 4 êrîşan bersiv daye, gelo Amerîka bi wan 4 êrîşan çi peyamek bi rejîma Îranê re heye?”
Wezîrê Beravanî yê Amerîkayê di berdewamiyê de got, bê guman, ev êrîşane dibe ku tenê avêtina rakêtekê be ku ti ziyan û zirar nebûne, wek êrîşekê hatine hesabkirin.
“Tam Katên” dîsan rû li Wezîrê Beravanî yê Amerîkayê got: “Piştî êrîşa tolhildanê ya Amerîkayê bo ser çekdarên rejîma Îranê, wan cardin êrîşê ser binkeyên Amerîkayê li Sûriyê kir û Amerîkayiyek birîndar kirin, meger wisa nîne? Gelo Amerîkayê bersiva wê êrîşê da?
“Loyd Astîn” di bersivê de got: “Belê wan êrîş kir, lê heta niha me bersiva wê êrîşê nedaye”.
Di heyama wan rojan de aloziyên di navbera hêzên rejîma Îranê li Sûriyê û Amerîkayê zêde bûne û wan di çendîn êrîşên bo ser binkeyên Amerîkayê de persenolek kuştin û çend serbazên Amerîkayê jî birîndar bûn, lê Amerîkayê bi tundî bersiv da û di encama êrîşa Amerîkayê de 19 çekdarên terorîstî yên ser bi rejîma Îranê hatine kuştin.