Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ciwanek Yarsanî di bajarê Kirmaşanê de kuşt

12:17 - 29 Adar 2023

Hêzên rejîma Îranê di bajarê Kirmaşanê de bi awayê rasterast teqe li ciwanekî Kurd ê Yarsanî yê bi navê “Azad Rizayî” kirin ku di encamê de wî ciwanê Kurd canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Rêkwirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, ciwanekî Kurd ê Yarsanî yê bi navê “Azad Rizayî” yê temen 25 salî û xelkê gundê “Banî Bîd” ê ser bi devera “Gaware” ya bajarê “Dalaho”yê û rûniştiyê bajarê Kirmaşanê, demjimêr 11ê şeva Duşemî 7ê Xakelêweyê li nêzî meydana “Niyayiş” a vî bajarî kevte ber teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê û canê xwe ji dest da.

Pêka rapora “Hengaw”ê, hêzên rejîmê êrîş kirine ser maşîna wî walatiyê kurd û teqe li serê wî cîwanê kirine ku demûdest canê xwe ji dest daye.

Hatiye belavkirin ku termê wî ciwanê Kurd bo Pizîşkê Dadweriyê hatiye veguhastin; Ew welatiyê Kurd sala derbasbûyî jiyana hevbeş pêk anîbû.