Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zaniyar Tundrû penaberê Kurd ji aliyê polîsên Yûnanê ve radestê polîsên Tirkiyê hate kirin

10:56 - 29 Adar 2023

Xwenîşanderekî Kurd ê xelkê bajarê “Pîranşar”ê yê bi navê “Zaniyar Tundrû” ku di meşa şoreşa “Jîna”yê de bi teqeya hêzên rejîma Îranê çavê xwe yê rastê ji dest dabû, ber bi Ewropayê ve rê kevtibû, lê navbirî li nav avên Yûnanê hatiye girtin û ji aliyê polîsên “Yûnan”ê ve radestê polîsên Tirkiyê hatiye kirin.

Navbirî niha di kempek taybet bi penaberan de ye û ji destpêragehiştin bi dermanên hewce bêpar maye.

Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê belav kiriye, ku yek ji kesên nêzî “Zaniyar” bi vê ajansê re ragihandiye ku “Zaniyar” tevî bavê xwe bi beleman li rêya avên “Yûnan”ê bona wergirtina tedawiyên pizişkî yên hewce ber bi Ewropayê ve diçûn.

Li rêkevta 5ê Xakelêweyê, belema veguhastina penaberan bi sedema xirabbûna matora wê di nava avên “Yûnan”ê de mabûn, lê piştî derbasbûna 24 demjimêran ji aliyê polîsên “Yûnan”ê ve, ew penaber radestî polîsên “Tirkiyê” hatine kirin.

Herwisa hatiye ragihandin ku “Zaniyar” û bavê wî, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve bo kempa taybet bi penaberan li parêzgeha “Muxla”yê hatine veguhastin.