Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî serhildêr ê xelkê Avdananê di nav serhildanê de çaveke xwe ji dest da

11:03 - 29 Adar 2023

Serhildêrekî xelkê Avdananê yê bi navê “Saman Himetî” ku 27ê Xezelwera 1401an a Rojî, di meşa serhildana Jînayê de bi teqeya gulleyên saçmeyî yên hêzên serkutker ên rejîmê hatibû birîndarkirin, ji nû ve hatiye eşkerekirin ku çavê wî tenê hinek ronahiyê dibîne û metirsiya jidestdana yekcarî heye.

Ajansa Nûçegihaniya “kurdpa”yê di vê derheqê de daye zanîn, “Saman Himetî” yê temen 22 salî û kurê “Fethullah” ê xelkê bajarê Avdananê, di meşa şoreşa Jînayê de li meha Xezelwera 1401an a Rojî, li meydana “Îmam Elî” ya bajarê Avdananê bi gulleyên saçmeyî yên hêzên serkutker ên rejîma Îranê hatibû birîndarkirin û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Dizfûlê û piştre bo nexweşxaneya bajarê Tehranê hatibû veguhastin.

Piştî niştergeriya pizîşkî li ser çavê wî yê rastê, hewla dermankirina çavê wî hatibû danê, lê çavê wî bi tenê ronakatiyê dibîne û ti tîşteke din nabîne; navbirî di dewreyeke çaresriya pizîşkî ya 7 mehan de ye û divê niştergeriyeke din a pizîşkî li ser çavê wî yê rastê bê encamdan.