Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê carek din çend xalên derdora Demişqê bombebaran kir

10:53 - 30 Adar 2023

Nûçegihaniya “SANA” ya dewletî ya Sûriyê ragihandiyە ku: " Ser sibeha Pêncşemê 10`ê Xakelêweyê Îsraîl çend xalên derdora Demşqê mûşekbaran kir, tevî ku sîstema berevaniya esmanî hin ji wan mûşekan xistin xwarê, lê 2 serbazên artêşa Sûriyê di vê êrîşê de birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn."

Herwisa di rêkevta 21`ê Reşemeya 1401`an de jî Nûçegihaniya “SANA”yê belav kirbû ku, artêşa Îsraîlê bajarên “Hema û Tertûs”ê yên Sûriyê binkeyên rejîma Îranê mûşekbaran kirine û di wan di wan êrîşan de 2 milîsên rejîma Îranê û efserekî Sûriyê hatibûn kuştin û 2 kesên nenaskirî jî birîndar bibûn.

Îsraîl ji sala 2011an ve, êrîşî ser binke û baregehên Spaha Quds û milîsên girêdayî rejîma Îranê li Sûriyê dike û rejîma Îranê bi alîkariya rejîma Sûriye bi rêya Spaha Quds û Hizbullaha Lubnanê ve hewla alozkirina rewşa ewlehî ya Îsraîlê dide.