Serspêdeya roja Çarşemî 9`ê Xakelêweya 1402`an, şandeke paye bilind a Partiya Komeleya Komonîst a Kurdistanê, bi serpereştiya “Seyd Birayîm Elîzade”, Sekreterê Komelê serdana Partiya Demorkat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyeta Partiya Demokrat ve bi serpereştiya “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat ve pêşwazî ji wan hat kirin.
Di vê hevdîtinê de, şandên her du aliyan bi hûrî li ser bandorên şoreşa “Jîna”yê li ser tevgeta tex û qadên cuda yên civakê û herwisa bêçaremana Komara Îslamî di asta vê şoreşê de û bertekên vê dawiyê yên vê şoreşê di navxweyîKurdistan û Îranê de û herwisa li dervey welat axavtin.
Di vê hevdîtinê de, her du aliyan li ser bihevre karkirina hêz û aliyên siyasî bo rêkxistina civak û berfirehkirina xebateke berdewam di navxwey welat de pêdagîrî li ser kirin û asoya vê qonaxê di xebatê de zelal û cihê hêviyê dan zanîn.