Îdareya “Sebtê Ehwal” ya bajarê “Neqed”ê bi dana belgeya mirina “Mihiyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê Kurd ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat îdamkirin sedema mirina wî “Cezadana Yasayî” ragihandiye.
Ku ew belgeya li rêkevta 6ê Xakelêweyê ji aliyê vê îdareyê ve hatiye tomarkirin.
Roja Înê 26ê Reşema 1401an a Rojî, “Mihiyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasiyê Kurd yê xelkê bajarê “Şino”yê li girtîgeha bajarê “Urmiyê” hat îdamkirin û termê wî jî rasestî malbata wî ne hatkirin û ji aliyê rejîmê bixwe ve li cihek nexuya bi axê hatiye sipartin.
Ew girtiyê Kurd yê siyasî, roja Çarşemî 24ê Reşema 1401an a Rojî, bona cîbicîkirina cezaya sepandî ya îdamê bo odeyên takekesî yên girtîgeha “Urmiyê” hatibû veguhastin û roja Pêncşemî 25ê Reşemeyê bo dawî car digel malbata xwe hevdîtin kiribû.
“Mihiyedîn Îbrahîmî” du caran ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê “Urmiyê” ve cezaya îdamê bi ser de hatibû sepandin ku yekem car ew ceza ji aliyê Dîwana Bilind a rejîma Îranê ve hatibû red kirin, lê bo cara duyem ew ceza hat pejirandin.
Li rêkevta 29ê Gelawêja sala 1397an a Rojî “Mihiyedîn” ji aliyê taya 2 a dadgeha “Şoreş” ya rejîma Îranê li bajarê “Urmiyê” bi serokatiya dadwer “Elî Şêxilû” bi bê hebûna mafê diyarîkirina parêzerê xwe bi îdamê hatibû cezakirin û roja 1ê Rezbera sala 1397an a Rojî cezaya îdama wî bi tohmeta “hevkarîkirin û endambûn di yek ji partiyên Kurdî yên dijberî rejîma Îranê” bi wî re hatibû ragihandin.