Roja Pêncşemî rêkevta 11ê Reşemeya 1401an a Rojî, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serpereştiya “Mihemednezîf Qadirî”, Berpirsê Navenda Pêwendiyên Hizba Demokrat û heyeteke Komelê (Rêkxirawa Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê) civiyan.
Şanda Hizbê ji aliyê heyeta Komelê ve bi serpereştiya “Îbrahîm Elîzade”, Sekreterê Giştî yê Komelê, pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê hevdîtinê de herdu aliyan dawî rewşa siyasî ya Îran, Kurdistan û deverê anîne ber bas.
Şoreşa Jînayê û serhildana xelkê Kurdistan û Îranê, hevsoziya li navbera gelên Îranê di vê şoreşê de, mudaxileya rejîmê li deverê, helwêst û dîtingehên welatên derve li dijî rejîma Îranê, dîtingeha opozîsiyona Îranî derheq şoreşa Jînayê, yekrêzî û yekgotarî û tebayiya Hizbên Kurdistanî, beşek ji axavtina herdu heyetên Hizba Demokrat û Komelê bûn.
Di dawiya kombûnê de, herdu aliyan li ser hevkarî û hevahengiya bi hev re tekezî kirin.