Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîlana nû ya hêzên rejîmê li dijî malbatên şehîdan

11:02 - 31 Adar 2023

Hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a rejîma Îranê piştî gazîkirina malbatên serbilind ên şehîdên dehikên 60 û 70an li Bokanê, daxwaz ji wan kirine ku îzin bidin ji aliyê rejîmê ve newrozane û cejnane ji wan re bê dan.

Piştî vê ku malbatên serbilind ên şehîdan ev daxwazkariye red kirine, hêzên rejîmê dest bi gef û êrîşan li ser malbatên şehîdan xwarine.

Herwiha ji aliyê xwefiroşan û bi kirêgirtiyan ve şûşe û pencereyê çend malanên wan hatine şikandin

Malbatên şehîdan bi şêwazên cur bi cur ragihandine, ku ewê serbilind bimînin û bi tirsandin û gefxwarin ji xwîna bi neheq hatî rijandin a ciwanên xwe, xweş nabin.