Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja şehîdên Kurdistanê li Dîwandereyê bilind hate ragirtin

11:22 - 31 Adar 2023

Alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Dîwanderê bi hilkefta roja şehîdan serdana gorên şehîdên serhildana Jînayê kirin.

Li gor nûçe û zanyariyên ku gihîştine bi Odeya Nûçeyan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, alîgirên Hizbê û kesûkarên şehîdan li bajarê Dîwandereyê bi hilkefta salvegera bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, serdana gorên pîroz ên şehîdên serhildana Jînayê li vî bajarî kirin û yad û bîra şehîdan bilind ragirtin.

Endam û kesûkarên şehîdan bi kombûn li ser gorên şehîdên Kurdistanê bi taybetî şehîdên şoreşa Jinayê peymana wefadariyê digel şehîdan dubare kirin.